12:31:27
Rojava News: Di encama operasyona Mertala Firatê de li Babê, serbazekî Artêşa Tirkiyê hate kuştin, 2 jî birîndar bû.
Operasyona Artêşa Tirkiyê di nava axa Sûriyê de ya bi navê Mertala Firatê, ku ji 24 meha 8 a sala 2016 dest pê kiriye, derbasî 159emîn roja xwe bû.
Roja yekşemî 29ê Çieya 2017ê, di berdewamiya hewlên Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Sûriya Azad bo kontolkirina Babê de, di navbera wan û çekdarên DAIŞê de li derdora Babê şer derket.
Di encamê de, 1 serbazê Tirkiyê hat kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûn.
Her du serbazên birîndar bi helîkopterên leşkerî rakirin Kilisê û ji wir ve jî birin nexweşxaneya Dîlokê. Herwiha serbazê ku hatibû kuştin jî bo bajarê Izmirê hat şandin.
Ji destpêka operasyona Artêşa Tirkiyê di nava axa Sûriyê de, gelek serbazên Tirkiyê hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne,lê hêj ew bajar di bin kontrola DAIŞê de maye.
