13:28:41
Rojava News: Artêşa Sûriyê û çekdarên Dijbereyê piştî şerekî çend rojî li Wadî Bereda, bi hve re rêkevtinek kirin. Rêkevtina di navbera hikûmetê û komên Dijbereya Sûrî de li ser Wadî Bereda û Kaniya Fîcê ye û li gorî agahiyan, îro derbasî warê cîbicîkirinê bû.
Di berdewamiya şerê navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên Dijbereyê de, Artêşa Sûriyê îro derbasî Kaniya Fîcê bû, û 200 çekdar û bi dehan birîndarên dijbereyê bi rêya Heyva Sor a Sûrî ber bi Idlibê ve têne veguhestin, lê rewşa koçberên Wadî Beredayê di bin berf û sermayê gelekî dijwar e.
Li gorî çalakvanên dijbereyê û ragihandina hikûmeta Sûriyê, milîsên Hizbullah a Lubnanê derbasî devera Eyn Fîceyê ya li Wadî Bereda bûn, ew yek piştî wê yekê ku komên dijbereyê û hikûmetê rêkevtinek derbarê radestkirin û derketina ji Wadî Bereda pêk anîn.
Rêkevtina ku di navbera grûpên opozisyonê û hikûmetê de pêkhat radibe li ser derbasbûna artêşa Sûrî nav bajrokê çavkaniya Fîcê himberî ku 200 çekdar û bi dehên birîndaran bi rêya heyva sor ya Sûrî ji bo Idlibê werin veguhestin.
Li aliyekî din, xelkên sivîl li Wadî Bereda di rewşeke gelek xirab de dijîn, li jêr berfê û sermayê û nebûna pêdiviyên jiyanê xelk hewl didin ku xwe ragirin.
Koçberekî Wadî Bereda ku ji ber şerê wê domahiyê yê navbera çekdarên Dijbereyê û Artêşa Sûriyê de, bi neçarî malên xwe terikandine, ragihand: “Koçberên Kifrê û Bessîmê Qirêrê û Eyn Xedraû Eyn Fîcê, ne elektirîk û ne av û ne xwarin û ne ardû, tiştek tune ye,Em ji heyva sor û neteweyên yekbûyî dixwaz in bes pêdiviyên jiyanê ji van zarok û jinan re peyda bikin.”
Wek hûn dibînin di van dîmenan de koçberên wadî Bereda di nava heykelên avahiyên nedirustkirî lihev civiyane û li ber sermaya berfê xwarinê li ser qirşikan çêdikin
Koçberekî din ê Wadî Bereda derbarê rewşa jiyana koçberan de dibêje: “Kekê Min bihêle ser xwedê, tiştek tune Em xwe li ber gerim bikin, û tiştek tune Em bixwin,zarok ji serma û birçîna mirin,Em li ser erdê rûniştine,bixwedê hinek dixwin û hinek naxwin.”
Rêkevtina Wadî Bereda di navbera hikûmetê û grûpên çekdar yên opozisyonê de bi rêya neteweyên yekbûyî û Almanya û heyva sor birêve diçe û cîbicî dibe,koçber wê vegerin ser malûmulkên xwe û çekdar jî wê berê xwe bidin Idlibê,û hikûmet li deverê serdest dibe.
