11:12:53
Rojava News: Navenda Çalakiya Mayîn a Navneteweyî ya Wezareta Parastina Rûsyayê ji bo perwerdehiya leşkerên artêşa Sûriyeyê şaxa xwe li bajarê Helebê vekir.
Midûrê Navendê Îgor Mihalik di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: "Ji bo em leşkerên artêşa Sûriyeyê perwerde bikin me şaxa navenda çalakî ya mayîn li bajarê Helebê vekir. Jki bo serlêdanan em amade ne, roja sêşemê bi grûbeke 50-70 kesî re em ê destpê bikin."
Îgor Mihalik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Perwerdehiya navendê wê di navbera mehek û 3 mehan de bidome, hêza taybet a ku ji leşkerên sûriyeyî pêk tê piştî ku perwerdehiya xwe qedandin wê li herêma Helebê tevlî operasyonên paqijiya mayînan bibin."
Li gorî daxuyaniya Mihalik hê jî karekî zêde yê paqijkirina mayînan li dewr û berê herêma Helebê heye.
Pisporên rûsî di nava hefteya dawî qadeke 360 hektarî û 75 kîlometro rê ji mayînan paqij kirin û zêdetirî hezar mayîn û teqemeniyên destçêkirî bi kontrol îmha kirin.
