13:18:41
Rojava News: Çekdarê DAIŞê yê bi navê Muhammet Zana Alkan ku navê wî di nav lîsteya kesên daxwazkirî ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de bû hat kuştin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê navê wî çekdarê DAIŞê di nav lîsteya Şîn a daxwazkiriyan de danîbûn û herwiha ji bo her kesê ku wî bigire yan agahiyan derbarê wî de bide, xelatek bi buhayê milyonek û 500 hezar lîre diyar kiribû.
Hat ragihandin ku Muhammet Zana Alkan (22) di operasyonên esmanî de li bajarê Reqayê yê li bakurê Sûriyê hatiye kuştin.
Li gorî zanyariyan, çekdarê DAIŞê Zana Alkan ji bajarê Semsûr a Bakurê Kurdistanê bûye. Malbata wî di sala 2014an de serî li hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê dabûn û ragihandibûn, ku ew winda bûye.
DAIŞê 3 roj berî niha bi rêya endamên xwe, ji malbata Alkan re gotine, ku ew hatiye kuştin.
Li gorî medyayên Tirkiyê jî, bavê Alkan piştre Parêzgerê Semsûrê ji wê zanyariyê agahdar kiriye.
Medyayên Tirkiyê dane xuyakirin, agahiyên derbarê kuştina Alkan de li cem saziya îstixbarata wî welatî (MIT) jî hebûye.
