12:22:20
Rojava News: Wezareta Derve ya Sûrîyê duh Pêncşemê ji Neteweyên Yekbûyî û Civata Ewlekarîyê re peyam şand ku tê de êrîşên dewleta Tirk yên ser axa wê şermezar kir.
Wezereta Derve ragihand ku hêzên leşkerî yên dewleta Tirkîyê, ji bo ku ber bi bakurê Helebê herin, li rojavayê Babê çend gund xistine bin kontrola xwe.
wezaretê got: ''Ev êrîşên Tirkîyê, dewama stratejîya rejîma wê dewletê ye ku pênc salan çek didan terorîstên êrîşî axa me dikirin.''
Wezaretê ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku berpirsîya xwe ya pêkanîna aştî û aramîya navnetewî bi cîh bîne.
Serokê ENKSê: Li Sûriyê navçeyeka aram bo kurdan jî tê avakirin
Rojava News: Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku çend navçeyên aram dê li Sûriyê ava bibin û yek ji wan navçeyan dê bo Kurdan be.
Îbrahîm Biro ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, li gorî zanyariyan û pêşniyarên me, Amerîka û welatên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê, dê çend navçeyên aram li Sûriyê ava bikin. Yek ji wan navçeyan li Rojavayê Kurdistanê dibe, lê hêj em nizanin ew navçe ji kuderê heta kuderê ne. Helbet li gorî pilana wan navçeyên aram, nabe balafirên rêjîma Sûriyê li ser wan navçeyan bifirin û dê şer bi dawî were.”
Biro wiha gotiye, nîvê xelkê Sûriyê tevî Kurdan jî koçberî derve û Ewropa bûne, avakirina wan navçeyên aram ji bo wê yekê ye ku ew welatî vegerin ser cih û warên xwe.
Serokê ENKSê behsa çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê jî kir û got, eger ew navçe li Rojavayê Kurdistanê çêbibe dê li wir dîktatoriya PYDê nemîne êdî. Rûsya jî xwe ji pişta PYDê vekişand û PYD niha bi tenê maye.
Çend roj berê serokê Amerîka Donald Trump gotibû, dê li Sûriyê çend navçeyên aram bên avakirin.
