Rojava News: Komên Dijberiya Sûriyê piştî civîna xwe ya li paytexta Tirkiyê Enqerê ragihandin ku ew naxwazin YPGê beşdarî civînên Cenêvê bibe.
Di civîna dijberiya Sûriyê de nûnerên Tirkiyê û muxalefeta sûrî li ser beşdarnebûna YPGê di civînên Cenevê de li hev kirin ku nabe bi ti awayî YPG beşdarî Cenevê bibe.
Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre çavkaniyên Tirkiye, nûnerên Dijbereya Sûriyê û Tirkiyê derbarê wê yekê de hevnerîn bûn ku beşek ji dijbereyê bi gotina wan kar ji bo parçekirina xaka Sûriyê dike û ji ber wê jî tekez kirine, ku nabe bi ti awayî ew alî beşdarî di civîna Cenevê de bikin.
Biryar e civînên Cenevê 20ê Sibatê destpê bikin ku hîn diyar nebûye kîjan aliyên muxalefeta Sûriyê beşdar dibin.
