Dijbereya Sûriyê li Erebistana Siûdî şandeyên danûstandinê diyar dike

Dijbereya Sûriyê li Erebistana Siûdî şandeyên danûstandinê diyar dike

Rojava News: Dijbereya Sûriye bi hemû grubên xwe ve li bajarê paytexta Erebistana Siûdî şandeyên xwe yên danûstandinê bo civînên Cenevrê diyar dikin. 

Çavkaniyek li Îtîlafa niştimaniya Dijbereya Sûriyê ji El-Erebiyê re ragehand, PYD nabe di nav şandeya opozîsyonê de cîh bigre.

Civînê de ku biryare îro 05.02.2017ê li Riyadê pêkbê, grubên çekdar û Dijbereya nerm, şandeyekê bo civînên Cenevre-4 destnîşan bikin. 

Biryare roja 20.02.2017ê şandeyên danûstandinê yên Dijbereya Sûriyê û rejîma Sûriyê li Cenevre ya Swîsre bo danîna çareseriyekê ji şerê navxweyî yê Sûriyê re bicivin.