23:50:47
Rojava News: Li balefirxaneya bajarokê El-Neyreb a leşkerî ya ser bi parêzgeha Helebê firokeyeka rejîma Sûriyê ji corê L39 ket xwarê, di encam de firokevanê wê hate kuştin.
Li gor medyayên ser bi rejîma Sûriyê ve radigehînin, derengiya şeva borî bi sedema pirsgirêkeke hunerî firokeya L39 a rejîma Sûriyê li balefirxaneya bajarokê El-Neyreb a leşkerî ya ser bi parêzgeha Helebê ve hate xwarê, di encamp de firokevanê wê yê bi navê eqîdê Basil El-Şêx hate kuştin.
Li gor ku, alîgirên rejîma Sûriyê li ser malperên xwe yên civakî wêne û nasnama firokevan belavkirîn ku, ew firokevan ji bajarokê Kîmîn e li derdora Parêzgeha Laziqiyê ye.
Tê zanîn ku, balefirxaneya leşkerî ya bajarokê El-Neyreb yek ji balefirxaneyên herî giring e ji rejîma Esed re ku ji wê firokxaneyên balefirên leşkerî bajar û navçeyên di bin kontirola opozîsyona Sûriyê de li parêzgeha Helebê dikirin armanc.
Hêjayî gotinê ye ku, rejîma Sûriyê bi alîkariya Rûsyayê ew balefirxane ji nû ve serast kir daku bo êrîşên xwe bikarbîne.
