00:03:37
Rojava News: Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad got, "Ger mijara sereke ya Serokê Amerîkayê Donald Trump têkoşîna li dijî DAIŞê be, ev tiştekî hêviyê dide lê ji bo payînê dem hêj zû ye." Esad her wiha ev tişt anîn ziman, "Ger Amerîka û Rûsya di têkoşîna li dijî radîkala îslamî de hevkariyê bikin wê bandoreke erênî li şerê terorîzma li Sûriyeyê bike."
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad li Şamê bersiv da pirsên rojnamegerên Belçîkayê û hevdîtinên Astanayê, rewşa dawî ya qeyrana Sûriyeyê, binpêkirinên agirbestê û guhertinên dibe ku piştî hatina Donald Trump di pêvajoya têkoşîna li dijî DAIŞê de pêk werin, nirxand.
Esad derbirî ku daxuyaniyên Trump ên him di pêvajoya kampanyaya hilbijartinan de him jî piştî hilbijartinan kut ê digot mijara wî ya sereke wê têkoşîna li dijî DAIŞê be, hêviyê didin û wiha berdewam kir: "Tişta di nava van 6 mehên vê dawiyê de dixwest jî, jixwe ev bû. Ji ber vê yekê jî ev hêviyê dide me. Divê em bipên, ji bo derketina encamekê dem hêj zû ye. Dibe di navbera Amerîka û Rûsyayê de hevkariyek hebe. Em difikirin ku wê va yeka Sûriyeyê jî di nav de ji bo cîhanê erênî be. Wek min got, ji bo biryarê dem hêj zû ye.`
