Li Idlibê ji encama êrîşên Rûsyayê 50 kes bûne qurbanî

Li Idlibê ji encama êrîşên Rûsyayê 50 kes bûne qurbanî

23:47:53

 

Rojava News: Balefirên Rûsyayê li Sûriyê bajarê Idlibê ku dikeve bakurê wî welatî û di bin kontirola Opozîsyona Sûriyê de ye, bombebarankirin, di encam de 30 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn. 

Li gor jêderekî di Hêzên Berevaniya Sivîl de balefirên Rûsyayê taxên sivîlan li bajarê Idilbê bi 10 êrîşan bombebarankirin, dan zanîn ku, di encama wan êrîşan de 30 welatiyên sivîl hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn, herwiha bi dehan kes heta niha di bin avahiyên hilweşayî de mane asê. 

Berî niha jî hin jêderên yasayî ragehandibûn ku, 12e çekdarên Opozîsyona Sûriyê di operasyoneke esmanî de li ser bajarê Idlibê hatibûne kuştin, herwiha û li gor yekîneya ragehandinê ya desteya rizgarkirina Şamê aşkerkirî ku, Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê navendeke wê yekîneyê li bajarokê Sirmîn kiribû armanc, di encamp de 6 çekdarên wê hatibûne kuştin.

Berî niha jî Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi dehan serkirde û çekdarên Cebhet Fetih El-Şam(Cebhet El-Nûsra) li bajarê Idlibê ji xwe re kiribûn armanc. 

Tê zanîn ku, li gor Astanayê agirbestek li Sûriyê di 30ê Kanûna pêşîn a sala 2016an kete ware cîbcîkirinê, ew agirbest her yek ji Rûsya, Tirkiyê, Îran, herwiha aliyên kirîza Sûriyê jî li ser lihevkirine , heta niha jî ew agrbest berdewam e.