Artêşa Tirkiyê: Di Operasyona Mertalê Firatê de 43 DAIŞî hatin kuştin

Artêşa Tirkiyê: Di Operasyona Mertalê Firatê de 43 DAIŞî hatin kuştin

Rojava News: Li gorî daxuyaniya Artêşa Tirkiyê di roja 172yemîn a Operasyona Mertalê Firatê de 245 hedefên DAIŞê hatin bombekirin û 43 terorîst hatin kuştin.

Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê ya roja 172yemîn de 179 hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê ku ji baregehen jiyanê, çeperên parastinî, baregehên leşkeri, çek û wesayîtan pêk dihat hatin bombekirin.

Herwiha balafirên şer ên Fermandariya Hêza Hewayî 66 hedefên DAIŞê ku di nava wan de 55 avahiyên ku ji bo jiyanê dihat bikaranîn, 2 avahiyên baregehên leşkerî, noqteyeke kombûnê, qereqolek, depoyeke çekan û îstasyoneke bêtêlê hatin îmhakirin.

Li gorî daxuyaniyê, di êrişên nava rojê de 43 milîtanên rêxistina terorîst jî hatin kuştin.