12:02:45
Rojava News: Komîteya Gotûbêjan a Bilind (HNC) a ku ji komên dijber ên çekdar û siyasî yên Sûriyeyê pêk tê eşkere kir bê kîjan nav dê beşdarî şandeya wan a Cenevreyê bibe.
Servîsa çapemeniyê ya HNCê lîsteya şandeyê weşand ku ji 11 dijberên siyasî û 10ên çekdar pêk tê anku bi giştî 21 nav in. Di lîsteyê de nehat diyarkirin bê kî dê serokê şandeyê bike.
Nûnerên Ceyş El-Islam(Artêşa Islamê) û Ehrar El-Şamê cih di lîsteyê de negirt. Li gel ku rayedarên HNCê got ku ev rewşa dawî ya lîsteyê ye jî, lê ihtimal pêkanîna guhertin berdewam dike.
Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşger û Hevrikiya Sûriyeyê Nesir Herîrî duh ji Spûtnîkê re ragihandibû ku ew ê serokatiya şandeyê bike.
Civînên Cenevreyê yên bi serperiştiya NYyê tê lidarxistin, cara dawî di meha Nîsanê de hatibû lidarxistin. Tê plankirin ku civîna bê y Cenevreyê di 20ê Sibatê de were lisarxistin.
