Li ser xaka Sûriyê 5 hezar Çînî şer dikin

Li ser xaka Sûriyê 5 hezar Çînî şer dikin

11:47:01

 

Rojava News:  Balyozê Sûriyê li Pekînê paytexta Çînê Îmad Mûstefa ragehand ku, hejmara Çîniyên ku, li Sûriyê di nav rêzên DAIŞê de şer dikin zêde bûye û giheştine 5 hezar çekdarî.

Derbarê hejmara çekarên Çînî yên ku, li Sûriyê di nav DAIŞê de şer dikin Balyozê Sûriyê li Pekînê paytexta Çînê, Îmad Mûstefa ji ajansa fermî ya nûçeyan "SANA" ku, ser bi rejîma Sûriyê ve ye ragehand ku, her diçe hejmara çekdarên Çînî zêde dibe.

Li gor daxuyaniya balyozê Sûriyê, hejmara çekdarên li Sûriyê di nav rêzên DAIŞê şer dikein giheştiye 5 hezar leşker.Aşkere kir  ku, ew çekdar biyanî hemû bi rêya Tirkiyê re derbasî welatê wî dibin û kiryarên terorî encam didin.

Tê zanîn ku,  kirîza Sûriyê ji sala 2011ê destpê kiriye û heta niha Civaka Navnetewî çareseriyek bo wê kirîzê ne dîtine, di encama vê yekê de bi hezaran kes hatine kuştin û bi milyonan jî koçberî welatên derdorê û Ewropayê bûne.