(Human Rights Watch ): hikûmeta Sûriyê çekên kîmawî li Helebê bikar aniye

(Human Rights Watch ): hikûmeta Sûriyê çekên kîmawî li Helebê bikar aniye

10:51:19 AM

RojavaNews: Rêxistina (Human Rights Watch ) roja duşemê belav kir ku hêzên rêjîma Sûriyê li deverên jêr desthilata rikberiyê li Helebê  , çekên kîmawî bikar anîne.

Li gor vekolînên rêxistinê bikaranîna çekên kîmawî yên qedexekirî ,li şerê Sûriyê yê navxweyî û berdewam ji heyama 6 salî ve , piştraskirî ye,ku Birîtaniya , Firensa û Emerîkayê doza sizakirina berprisên sûrî kiribûn.

Rêxistna navbûrî diyar kir ku di navbera 17ê çirya paşîn  û  13ê Berfanbarê ji sala 2016ê, helîkopterên hikûmetê bi kêmanî 8 carî bombeyên kilorê li  şênîgehên Helebê barandine, û ev yek nehat şopandin ji aliyê rêxistina qedexekirina çekên kîmawî ya ku serbereştiya rêkeftina navdewletî dike.

Encamên vekolînan piştras dikin ku rêjîma Sûriyî li gel Rûsiyayê bi caran çekên kîmawî di pevçûnan de bikar anîne û paşê  rikberî sûcdar dikirin

(Human Rights Watch )rapora xwe di riya dîdevan û perçeyên dîmenan re belge û piştrast dike , û tevî  ku ew nikare li ser Rûsiyayê piştras bike , diyar dike ku di vgerandina Helebê de Moskoyê rolaeke sereke sipartibû xwe.

Di raporê de hatiye ku bi awyekî birêxistî çekên kîmawî bikar dihatin ku hayê fermandarên mizin ji artêşa Sûriyê jê hebû.

Ji aliyê xwe ve Netwên Yekbûyî û rêxistina qedexekirina çekên kîmawî di lêpirsîna xwe de dixwazin, ku rêxistin û kesên  sûcdar di van êrîşên  kîmawî de destnîşan bikin , ku di meha  Çirya pêşî de ji sala bûrî diyar kiribû ku hikûmeta Sûriyê bi kêmanî 3 carî xaza kilorê di salên 2014 û 2015ê de bikar aniye.

Herweha Encumena Ewlehiyê ya navdewletî ji aliyê xwe ve demeke dirêjtir da Şanda lêpirsîna hevbeş angu ta meha Çirya paşî ji sala 2017ê, û biryar e ev lêpirsîn raporekê roja şemiya bê belav bike.

Tê zanîn ku di meha bûrî de Emerîkayê 18 berpirsên sûrî yên astbilind di xişteya reş de tomar kiribûn û li gor ajansa Reutersê  Beşar Esed û birayê xwe wek gumanbaran hatine tomarkirin