Hama: Rêxistina Liva el Eqsayê 150 cihadîst bi guleyan kuştin

Hama: Rêxistina Liva el Eqsayê 150 cihadîst bi guleyan kuştin

00:32:09

 

Rojava News: Rêxistina Liva el Eqsa ku nêzîkî DAIŞê ye li bakurê bajarê Hemaya Sûriyeyê 150 cihadistên ku bi êsîr girtibûn dane ber guleyan û kuştin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatine wergirtin, rêxistina Liva el Eqsa ku nêzîkî rêxistina terorîst a DAIŞê ye di şer û pevçûnan de 150 milîtanên cihadîst bi awayê komî dane ber guleyan û kuştin.

Rêxistina Liva el Eqsa 150 cihadîstên ku 71 ji Ceyş-ul Nasir, 5 ji Ecned-ul Şamê, 11 ji Firqeya Navendî, 5 ji Tuxaya Yekemîn girtibûn bi awayekî komî da ber guleyan û kuştin.

Mehên borî rêxistina Cundul Eqsa îlan kiribû ku wan bîadî Eniya Nûsrayê kiriye û gelek milîtanên Cundul Aksayê ev red kiribûn û Liva el Eqsa ava kiribûn. Hefteya borî milîtanên Liva el Aksa li bakurê Hemayê êrişek dabû destpêkirin û 12 gundên di destê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de bi dest xistibûn.

Li gorî daxuyaniya heyeta Tahrir eş Şamê ji bo ku pêşî li ber şerê navxweyî bigirin wan rêxistina Cundul Eqsa tevlî refên xwe kiriye û heyetê rêxistina Liva el Eqsa bi ‘tekfîrî' sûcdar kir.

Li bakurê Hemayê li herêma Latemnah û Han Şeyhunê di navbera rêxistinên ku Eniya Fetha Şamê û Nurettin Zengi jî di nav de ne, ya Heyeta Tahrir Şam û Cundul Eqsayê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Ji ber şer û pevçûnên dijwar Eniya Fetha Şamê hêzeke takwiye şande herêmê û di pevçûnan de ji herdu aliyan jî gelek cihadîst hatine kuştin.