00:18:48
Rojava News: Serokê şandeya hikûmeta Sûriyê yê gotûbêjan û Nûnerê Taybet ê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî, li Astanayê nebûna şandeya Tirkiyê û muxalefeta çekdar a ku piştgiriya wan dike wek nîşaneya ‘necidîbûnê’ nirxand.
Caferî ji Spûtnîkê re da xuyakirin, ‘Hîn şandeya Tirkiyê nehat. Hîn şandeya muxelefata Sûriyê jî nehat. Ev dide nîşan ku ew ji bo hevdîtinên Astana-2yê ne cidî ne.'
Caferî li ser pirsa, ‘Gelo şandeya hikûmeta Sûriyê plan dike li Astanayê bi muxalîfên çekdar re hevdînê bike?' got, ‘Planeke me ya wiha nîne'.
