00:30:30
Rojava News: Wezareta berevaniya Amerîkayê ragehand, ew plan dikin ku hêzên bejayî rêkin Sûriyê.
Wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon), di çarçoveya bi rêxistina terorîst a DAIŞê re tekoşînê de, plan kirine ku hêza bejayî rêkin Sûriyê.
Rayedarên Pentagonê ji CNN International ê re axiftin û ragehandin: ‘’Dibe ku hêzên me yên bejayî heta demekê li Sûriyê kar û erk bigrin ser xwe.’’ Herwaha diyar kirin biryara dawiyê dê serokê Amerîkayê Donald Trump bide.
Eger ew plana Pentagonê bê pejirandin, tê gotin ku planên Amerîkayê yên li Sûriyê piranî dê bên gohertin. Rayedar dibêjin biryar di nav çend heftiyan de dê bê dayîn.
Li Sûriyê hebûna 500 leşkerên Amerîkayê berê hatibû ragehandin. Li gor hin jêderan jî hejmara leşkerên Amerîkayê, ji hejmara hetî ragehandin zêdetir e.
