Rojava News: Hêzên Rêjîma Sûrî îro Yekşemê bi roketên zemîn -zemîn taxên Deraa yên jêrî kontrola Rikberiya Sûrî topbaran kirin.
Herweha hêzên Rêjîmê bi topa giran û avêjokên hawin avahiyên taxa Menşiyê li bajarê Deraa topbaran kirin, û di encamê de malên sivîlan wêran bûn.
Di heman mijarî de, şer û pevçûnên giran di nav hêzên Rêjîmê û rikberiyê de li dora taxa Menşiyê berdewam kirin, di dema balafirên Rûsî li asîmanê deverê firîn.
02:15:21
