02:30:26
Rojava News: Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Stffan De Mistura ragehand ku, agirbesta li Sûriyê berxwe dide û kiryarên tûnd 70% li wî welatî kêm bûne.
Li konfransa Asayîşa cîhanî ya Munchenê li Almanyayê ku, biryare îri bi dawî were Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Stffan De Mistura ragehand ku, agirbesta niha li Sûriyê li berxwe dide û ji yên berî wê baştire.
De Mistura tekez kir ku, ji roja agirbesta li Sûriyê hatiye ragehand kiryarên tûnd li wî welatî 70% kêm bûne, hêviya berdewamî û serkeftina wê agirbestê kir.
Ji aliyeke din Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Stffan De Mistura da zanîn ku, civînên Astanayê ji bo rawestandina kiryarên şerûpevçûnan bû, lê danûstandinên Cenêv bi armanca dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê ye.
Herwiha daxwaz kir ku, bila Cebehet El-Nusera û DAIŞê tevlî agirbestê nebin, ji ber ku, agirbestê têkdibin.
Biryare 23ê vê mehê civînên kongreya Cenêv-4 derbarê kirîza Sûriyê bi serpereştiya Netweyên Yekbûyî destpêbikin.
