02:22:36
Rojava News: Çavkaniyeke dîplomasî amerîkî îro pênceşmê ragihand ku Nûnerê DYAyê li Sûriyeyê Michael Ratney dê nûneriya birêveberiya Serokê DYAyê Donald Trump di civînên Cenevreyê de bike.
Çavkaniya navborî ji Spûtnîkê re ragihand ku Ratney di saet 3yê piştî nîvrojê de dê beşdarî axiftina bixêrhatinê ya Nûnerê Taybet ê NYyê bo Sûriyeyê Staffan De Misturayî bibe.
Herwiha hat ragihandin ku Ratney dê pêwendiyên xwe bi NYyê û şandeya dijberiya Sûriyeyê li civînan re bi xurtî berdewam bike.
