Saziyên hatin astengkirin li dijî Qesra Spî bertek nîşan dan

Saziyên hatin astengkirin li dijî Qesra Spî bertek nîşan dan

02:34:36

 

Rojava News: Saziyên medyayê yên ku çûn û hatina wan ya Qesra Spî hatin qedexekirin, bertek dan biryarê û diyar kirin ku ev yek tolhildan e.

Tê zanîn ku di navbera rêveberiya Donald Trûmp û hin organên medyayê de van demên dawî, ji ber sedema nûçeyên dijberê wî hinekî alozî hene. Ji ber vê yekê duh hat ragihandin ku êdî wê dezgehên mezin ên medyayî yên wekî The New York Times, CNN û BBC di civînên rojnamevanî yên Koşka Spî yên Amerîkayê de cî nestînin.

Gelek saziyên medyayê diyar kirin ku biryarek wiha nayê qebûlkirin û vê tevgerê wekî tolhildanê nirxandin.

CNN a ku destûr nehate dayin tevlî civînê bibe got, ji bo ku rastiyên ne bi dilê wan hatine nivîsîn tol tê hilanîn.

Edîtorê New York Tîmesê Dena Baquet jî got heta niha gelek rêveberî hatine Qesra Spî lê heta niha ti astengiyên bi vî rengî çênebûne.

Associated Press diyar kir ku bi mebesta hevgirtina bi organên çapemeniyê re wan nûnerê xwe neşandina Qesra Spî û hate gotin divê pêkan be ku organên medyayê xwe bigihînin Serokê DYEyê. Her wiha kovara Time jî bi mebesta şermezarkirinê tevlî civînê nebûn.

Komeleya Nûçegihanên Qesra Spî daxuyaniyek da û ev kirin bi zimanekî tund şermezar kir.