Li Amerîkayê wesayît kete qada festîvalê: 28 birîndar

Li Amerîkayê wesayît kete qada festîvalê: 28 birîndar

01:46:14

 

Rojava News: Ajovanekî bi wesayîta xwe kete nava însanên ku festîvala Mardi Gras a Kolanê ku hersal li New Orleansê tê lidarxistin. Di encamê de 28 kes birîndar bûn.

Ajovanekî ji bajarê New Orleansa Louisiana ya Amerîkayê bi wesayîta xwe kete nava însanên ku Festîvala Mardi Gras a Kolanê temeşe dikirin.

Li gorî zanyariyên berdest, di bûyerê de 28 kes birîndar bûne, ji wan 21 kes rakirine nexweşxaneyên bajêr û rewşa tendirustî a çend birîndaran giran e.

Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya hêzên ewlehî êriş ne êrişeke terorî ye û ajovanê ku hatiye binçavkirin serxweş derketiye.