Pûtîn: Bi saya Astanayê hevdîtinên Cenevê ji nû ve destpê kirin

Pûtîn: Bi saya Astanayê hevdîtinên Cenevê ji nû ve destpê kirin

02:16:00

 

Rojava News: Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe de ragihand ku civînên aştî yên Astanayê bû bingeh ku dîsa hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê li Cenevê werin destpêkirin.

Pûtîn ji ber cesaret û biryardariya wan spasî li leşkerên Rûsî yên Sûriyê kir

Serokê Dewleta Kazakistanê Nursultan Nazarbayev li bajarê Almaatayê pêşwaziya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir. Pûtîn di hevdîtinê de got: "Encama herî girîng ku ji civînên Astanyê hate wergirtin avakirina mekanizmaya kontrol a agirbestê bû."

Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hevdîtinên Astanayê vê carê bi encameke ku ne dihat zanîn qediya. Mekanîzmeya kontrol a agirbestê ava bû û ev jî bû sedem ku muzakereyên Cenevê ji nû ve dîsa werin dewamkirin."

Herwiha Serokê Rûsyayê Pûtîn ji bo organîzekirina civînên Astanayê spasiya Nazarbayev kir û got: "Aliyê Kazakistanê ne tenê wekî mahzuvan û xwediyê malê, wekî organîzator bandoreke erênî li hevdîtinên Astanayê kir."