Bill Gates: hoşdarîya şerekî vayrosî li cîhanê dide

Bill Gates: hoşdarîya şerekî vayrosî li cîhanê dide

Rojava News: Milyardêrekê Amerîka daxwazê dike cîhan waneyan ji vayrosa Ebola yê wergire û amadekarîyan bo şerekî seranserî bike.

 

Di kongreya welatên komek bexiş da bo rêxistina Xafî ku li Berlîn a paytextê Almanya hatibû rêxistin, milyardêrê Amerîka Bill Gates ragîhand;  dibe nexweşîyeka gelek girantir ji Ebolayê serhildide weku şewba çukan yan weku vayroza xwe li mêlakê bide, dê pir karîger be ku cîhan hemû nikaribe kontrol bike.

 

Bill Gates got jî xwe amadekirina cîhanê divê weku xwe amadekirin bo şerekî be bi meşq û çek û frokeyan.

 

Bîl geytis yekem dewlemendê cîhanê û Amerîkaye û salane ji parê xwe çar milyar dolaran bo hejarên cîhanê xerc dike.