12:51:33
Rojava News: Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) planeke nû ji bo kontrolkirina Reqayê amade kiriye û li gorî wê planê çekên giran, top û helîkopterên cengî bo Rojavayê Kurdistanê tên şandin.
Roja yekşemê çavkanyêkê ji Artêşa Amerîkayê ji medyayên wî welatî re raghand, bi armanca bihêzkirna rola leşkerên Amerîka di plana rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê çekdarên DAIŞê de, Wezareta Berevanîya Amerîka gotûbêjan li ser planeke nû dike.
Wê çavkanyê daye xuyakirin, di plana nû ya Pentagonê de hatiye destnîşankirin, ku divê hêzên leşkerî yên Amerîkayê di operasyona Reqayê de beşdar bibin û helîkopterên şer di operasyonê de werin bikaranîn.
Li gorî zanyariyên ji heman çavkaniyê ve, di plana nû ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê de diyar bûye, ku divê hejmara leşkerên amerîkî li Sûriyê were zêdekirin.
Niha 500 leşkerên Amerîkayê, ku ji hêzên taybet û şêwirmendên leşkerî ne, li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ne.
