Neteweyên Yekbûyî Koreya Bakur şermezar kir!

Neteweyên Yekbûyî Koreya Bakur şermezar kir!

12:17:15

 

Rojava News: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bo ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur ragihand ku ev hewldan zirarê didin aramî û aştiya herêmê.

Antonio Guterres di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ji bo ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur got: "Ev çalakiyen wiha biryarên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ihlal dikin û zirarê didin aramî û ewlehiya herêmê.

Guterres di berdewamiya daxuyaniya xwe de ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur şermezar kir ragihand ku divê rêvebiriya wî welatî xwe ji provokasyonan dûr bigire û berpirsyariya xwe ya navneteweyî bi cih bîne.

Amerîka û Japonya piştî ku Koreya Bakur 4 moşekên balîstîk ceribandin ji bo civîna lezgîn bangî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiribû.

KENY ji sala 2006an ve ji bo ceribandina moşekên balîstîk mueyîdeyan li ser Koreya Bakur disepîne.