Ordunê li ser şewitandina pilot daxuyanî da

Ordunê li ser şewitandina pilot daxuyanî da

Rojava News: Hikûmeta Ordunê ragihand, pîlotê Ordunî Meaz Kesasibe mehekê beriya niha hatiye kuştin.

 

Rêxistina DAIŞê îşev vîdyoyek belav kir û îdia kir ku wan pîlotê Ordunî Meaz Kesasibe şewitandine.

 

Di vîdyoyê de zilamek ku kincê narincî li ber dabû, di nav qefesê de bi saxî tê şewitandin.

 

Li ser vê bûyerê, televîzyona fermî ya Ordunê ragihand, Meaz Kesasibe roja 3ê meha Çile ya îsal ji aliyê DAIŞê ve hatibû kuştin û malbata wî jî ji vê yekê hatibû agahdarkirin.

 

Îja niha nayê zanîn ka ew kesê ku di nav qefesê de dişewite, pîlotê Ordunî ye yan na.