Merkel: Divê Tirkiye daxuyaniyên di derbarê serdema Naziyan de bi dawî bike!

Merkel: Divê Tirkiye daxuyaniyên di derbarê serdema Naziyan de bi dawî bike!

13:23:30

 

Rojava News: Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li Meclîsa Federal axivî û got, “Divê Tirkiye, daxuyaniyên xwe yên di derbarê serdema Naziyan de bi dawî bike.”

Di van rojên dawiyê de me di navbera Almanya û Tirkiyeyê de cudahiyên bingehîn hîs kir. Tirkiye hevkarekî me yê girîg e lê gotinên di derbarê serdema Naziyan de xembar in.

Li ser berawirdkirina serdema Naziyan nabe şîroveyên cidî werin kirin. Ev berawirdkirin tiştên qewimîn negirîng dike. Divê Tirkiye dawiyê li berawirdkirina ji bo serdema Naziyan bîne.

Divê rojnameyê esil Tirk ê (Deniz Yucel) li Tirkiyeyê hatiye girtin, serbest were berdan.

Divê bingeha têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê an jî bi welatên din re nirxên me demokratîk bin. Gava ku nirxên me yên demokratîk esas were girtin, ji bo pêşxistina têkiliyên Alman û Tirkiyeyê çi ji destê me were em ê bikin.

Welatiyên me yên esil Tirk ên li Almanyayê, perçeyekî civaka me ne.

Ji bo em pê bawer bibin ku nîqaşên navxweyî yên Tirkiyeyê negêhêjin nava Almanyayê çi ji destê me were em ê bikin.