12:36:42
Rojava News: Serokê Amerîkayê Donalt Trump ku beriya niha jî qerarnameyek derbarê penaberan de dabû weşandin û qerarnameya wî ji aliyê dadgehê ve hatibû xerakirin niha jî qerarnameyek nû da weşandin.
Li gorî qerarnameya nû ya Trumpî qedexeya vîzeyê, ji bo penaberên ji Îran, Lîbya, Sûriye, Yemen, Somalî û Sudanê tên re hene. Iraq ku di qerarnameya wî ya berê de hebû, vê carê di nav lîsteyê de cih nagire. Di qerarnameya Trumpî ya nû de her wiha kesên xwedî Qerta Kesk binavê xwe yê orjînal "Green Card" in dê kes nikaribe wan dersînor bike.
Penaberên ji 6 welatên di lîsteyê de cih digirin, dê di nava 90 rojên pêşiya me de nikaribin serî ji bo vîzeyê Amerîka bidin. Qerarên di biryarnameya Trumpî de dê ji roja 16ê Adarê û pê de bê bicihanîn.
