Li Taywanê balafira rêwiyan ket: 9 mirî

Li Taywanê balafira rêwiyan ket: 9 mirî

Rojava News: Li Taywanê balafireke rêwiyan ket û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji destdan.

 

Balafira rêwiyan a girêdayî  şîrketa TransAsîa piştî ku ji firokexaneya paytexta Taywanê Taipeî rabû,  bi pirekê de çû û ket çemê Keelungê. Di balafirê de 58 kes hebûn û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji destdane.

 

Xebatên ji bo derxistina rêwiyên di balafirê de berdewam dike û heta niha 16 kes bi saxî hatine rizgarkirin.

 

Firokeya bi tîpa ART-72 ji balafirxaneya Songshan ya Taipeyê wê çûban balafirxaneya Kinmen ya  Taipe yê. Rayedarekî hikûmeta Tawyanê ji ajansa Taywanê CNA’yê re ragihand ku piştî balafir rabû li pirekê qelibiye û ketiye çemê ku Keelungê.

 

Meha tîrmehê jî balafirek ji ber bahoza zêde ketibû û 48 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.