Pentagon: Rûsya ji bo operasyonên Minbicê Amerîka agahdar dike

Pentagon: Rûsya ji bo operasyonên Minbicê Amerîka agahdar dike

12:46:36

 

Rojava News: Berdevkê Pentagonê Jeff Davis di daxuyaniya xwe de ragihand ku Rûsya derbarê operasyonên Minbicê de bi awayekî baş Amerîka agahdar dike.

Berdevkê Pentagonê Jeff Davis di axaftina xwe ya civîna çapameniyê de got: "Em ihtimala lihevxistinê kêm dikin, eseh em ji kiryarên Rûsyayê bi xeber in. Derbarê pêşveçûnên operasyonê de me agahdar dikin."

Jeff Davis di berdewamiya axaftina xwe de got: "Amerîka û Rûsya roja îna borî ji bo kêmkirina ihtimala lihevxistinê peymana memorandumeke operasyonên hewayî da destpêkirin. Hinek hêzên me yên taybet ji bo ewlehiya Minbic û derdora wê hene. Ev hêz li hemberî dijminê hevpar a rêxistina terorîst a DAIŞê bi ser ket."

Davis di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li gorî qeydiyên Pentagonê di navbera hêzên li Minbicê de zêde şer û pevçûn nehatine tomarkirin.