Serokwezîrê Hollandayê: Mueyîdeyên nû yên Tirkiyeyê ne pir xerab in

Serokwezîrê Hollandayê: Mueyîdeyên nû yên Tirkiyeyê ne pir xerab in

12:49:52

 

Rojava News: Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte di axaftina xwe de mijara mueyîdeyên Tirkiyeyê yên li dijî Hollandayê nirxand û ragihand ku ne pir xerab in.

Serokwezîrê Hollandayê di axaftina xwe de got: "Ji bo acizbûna Hollandayê zêdetir sedem hene, lê ez sepana mueyîdeyên Tirkiyeyê fêhm nakim û pir ecêb e."

Piştî ku çûna Wezîra Malbat û Civakî ya Tirkiyeyê Fatma Betul Kaya ya Konsolxaneya Rotterdamê hat astengkirin û gengeşiya krîza dîplomatîk bi seetan dom kir Kaya ji terefê Hollandayê ve wekî kesa nexwaz hatibû îlankirin. Li hemberî vê pêşveçûnê jî Lijneya Wezîran biryara mueyîdeyên siyasî li dijî Hollandayê dabû. Serokwezîrê Hollandayê bersiva mueyîdeyên Tirkiyeyê da.

Mark Rutte ji bo biryarên ku mueyîdeyên ekonomîk têde tunebûn got: " Biryara mueyîdeyên hikûmeta Tirkiyeyê ne pir xerab in. Ji bo acizbûna bûyerên ku dawiya hefteyê qewimîn gelek sedemên me hene, lê Tirkiye behsa sepandina mueyîdeyan dike û ev ecêb e."