Almanya piştgiriya Hollanda kir!

Almanya piştgiriya Hollanda kir!

12:54:05

 

Rojava News: Şêwermenda Almanyayê Angela Mrkel piştgiriya Hollandayê kir û daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan derbarê wesifkirina Hollande bi faşist û nazî redkir.

malpera Deutsche Welle ya Tirkiyê ragehand ku, îro, di civîna xwe ya bi karsazên wî welatî re Şêwermenda Almanyayê Angela Mrkel ragehand ku, ew bi ti awayî gotinên Erdogan derheqê Hollandayê de qebûlnakin.

Merkel di axiftina xwe de piştevaniya xwe ji Hollandayê re ragehand û da zanîn ku, Hollanda yek ji wan welatên êş û azar li ser destê naziyan dîtine, lewma ew daxuyaniyên Erdogan qebûl nakin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve Yê Fransayê Jean-Marc Ayrault daxuyaniyên Rayedarên Tikiyê derbarê Hollandayê şermezar kir û got ku, bi navkirina weke nazî nayê qebûlkirin.

Daxuyaniyên Tirkiyê piştî wê yekê hatin dema ku, beri du rojan, Hollandayê rê nedabû Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu serdana Hollandayê bike û li kunsulxaneya Giştî ya Tirkiyê gotarekê derbarê referandûmê pêşkêş bike.