Li Amerîkayê ji ber berf û bagerê rewşa awaret hate ragehandin!

Li Amerîkayê ji ber berf û bagerê rewşa awaret hate ragehandin!

14:19:37

 

Rojava News: Li Amerîkayê eyaletên New York û New Jersey ji ber berf û bagerê rewşa awarte hat ragehandin.

Li rojhilatê Amerîkayê li eyaletên New York û New Jersey di roja sêşemê ango îro 14.03.2017ê ew berf û bagera ku dihate hêvîkirin rewşa awarte hate ragehandin.

Parêzgerê New Yorkê Andrew Cuomo û parêzgerê New Jersey Chris Christie, ji ber ber berf û bahozê bi giştî eyaletê biryarên rewşa awarte ragehandin.

Parêzgerê New Yorkê Cuomo derbarê biryara rewşa awarte de, ragehand demjimêr 04:00 û pê de seferên qîtarê hatine rawestandin. Rayedarên saziya bahewayê jî ragehandin dê barîna berfê pir bi bandor be.

Herwaha derbarê berf û bahozê de şaredarê New Yorkê Bill de Blasio jî ragehand, ji felaket ango karesata spî re divê em amade bin.’’ Blasio ji hemwelatiyên New Yorkê xwest, ‘’Ji bo sibê planên xwe wa çêbikin ku hûn di rêyan de nebin.’’

Li bajêr seferên Metro ji serê sibê demjimêr 04:00 pê de hatin rawestandin. Herwaha hat zanîn rêya Metroyê ya ji New York ber bi bakûr ve diçe ji bo bi berfê re tekoşînê 3 hezar kes hatine erkdar kirin.

Li eyaleta New Jersey jî ji aliyê parêzgar Christie hat ragehandin û herwaha bo hemû sazî û şaredarî bi beşên lezgîn ve li hember bahoz û bagerê tekoşînê de amade bin ferman hat dayîn.

Parêzgerê New Jersey derbarê tevdîrên hatine girtin de jî ragehand: ‘’Li hember bager û bahozê em dixwazin her tevdîrekê bigrin û çi pêwîste em dikin. Wesayîtên bar helgir amade ne. xwêya me jî pir zêde heye.’’