Dibe ku Amerîka ji bo operasyona Reqqayê 1000 leşkerên din bişîne Sûriyeyê

Dibe ku Amerîka ji bo operasyona Reqqayê 1000 leşkerên din bişîne Sûriyeyê

12:39:25

 

Rojava News: Rojnameya Washington Postê nivisî ku Amerîka plan dike ku di çarçoveya Operasyona Reqqayê ya li dijî DAIŞê de hezar leşkerên din bişîne Bakurê Sûriyeyê.

Rojnameya Washington Postê di nûçeyeke xwe ya ku spartiye rayedarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) de diyar kir ku Amerîka ji bo operasyona Reqqayê ya li dijî DAIŞê, plan dike ku di hefteyên pêş de 1000 leşkerên din bişîne Bakurê Sûriyeyê.

Ger ku plan ji aliyê Wezîrê Parastinê James Mattis û Serokê Amerîkayê Donald Trump ve were pesendkirin, Amerîka wê hêzên xwe yên li Sûriyeyê 2 qatan zêde bike.

Trump 30 roj molet dabû Pentagonê, da ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê planekê amade bike û Mattis jî di dawiya meha sibatê de pêşnûmayeke berfireh pêşkeş kiribû.

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê Joseph Votel zêdekirina hejmara leşkerên Amerîkayê jî di nav de, xebatên kûrkirina pêşnûmayê dimeşîne.

Rayedarên ku ji bo rojnameyê axivî, diyar dikin ku Votel wê di dawiya mehê de pêşniyarên xwe pêşkeş bike û bi ihtimaleke mezin Mattis jî wê van pesend bike.

Hat gotin ku ev leşkerên ku wê ji Yekîneya Seferî ya Piyadeyên Behrê ya 24emîn û Tumena Daxistinê ya Hewayî ya 82yemîn pêk were, wê beşdarî şer nebin û wê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şêwirmendiya leşkerî bike û wê perwerdehiya pisporiya îmhakirina bombeyan û koordînekirina alîkariya êrîşên hewayî bide.

Amerîkayê di hefteyên borî de ji hêzên xwe yên bejahî 250 leşker şandibûn Minbicê, 200 piyadeyê behre jî şandibû nêzîkî Reqqayê.

Her wiha li Sûriyeyê ji Hêzên Taybet ên Amerîkayê 500 leşker piştgiriyê didin HSDê.