Trump îsrar dike ku Obama ew daye guhdarkirin

Trump îsrar dike ku Obama ew daye guhdarkirin

12:43:34

 

Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump îsrara xwe ya ku Barak Obama di dema hilbijartinê de ew daye guhdarkirin didomîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump beşdarî bernameya 'Tucker Carlson Tonight' a kanala Fox Newsa amerîkî û îsrara xwe ya guhdarkirinê domand. Trump ragihand ku hetanî demeke nêzîk wê dêlîlên li ber destê xwe pêşkêşî Komîteya Îstîxbarat a Meclisa Nûneran bike.

Donald Trump derbarê îdîaya ku di dema hilbijartinê de li Trump Towerê Obama ew daye guhdarkirinê îsrar kir û got: "Ez li pişta peyvên xwe me. Hetanî demeke nêzîk ez ê delîl û belgeyên ku di destê min de hene pêşkêşî Komîteya Îstîxbarat a Meclisa Nûneran bikim." 

Trump di berdewamiya axsaftina xwe de got: "Di nava guhdarkirinê de gelek tişt hene. Hetanî du hefteyên pêşiya me derbarê vê mijarê de wê gelek tiştên eceb têkevin rojevê. Ez bawerim delîl û belgeyên ku ez pêşkêşî komîteyê bikim wê kelecanekê di raya giştî de çêbike."