04:59:14
Rojava news: Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragehand Koreya bakûr eger hewldanên çekên nukleerî berdewam bike, dibe ku helbijardeya leşkerî dibe ku bikeve rojevê.
Li gor nûçeya BBCê di çarçoveya gera xwe ya Japonya de wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson serdana Koreya başûr kir û ragehand, eger Koreya bakûr xebatên xwe yên çekên nûkleerî berdewam bike helbijardeya leşkerî li pêş wan e.
Rex Tillerson got; ‘’êdî sebra stratejîk a me nemaye.’’ Herwaha got: ‘’Em naxwazin bigehe pêkanîneke leşkerî. Eger bernameya çekên nûkleerî wek gefekê berdewam bike û em bigehin wê baweriyê ku êdî serdaçûna leşkerî pêwîste, ew helbijarde li ser masê ye.’’
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê got, naha di rojeva wan de pêkanînên dîplomatîk, ewlehî û aborî li dijî Koreya bakûr di bernameya wan de ne.
Herwaha Rex Tillerson ragehand, hewldanên Amerîkayê yên Koreya bakûr ji çekên nûkleerî dûrxistinê heta naha ti encamek negirtiye û derbarê siyaseta Donald Trump a derbarê vê mijarê de dê çibe jî, ti agahiyek neda.
