05:06:15
Rojava News: Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel li Koşka Sipî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtin pêk anî.
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hevdîtinê li Koşka Sipî konferansa rojnamevaniyê li dar xistin.
Donald Trump di konferansê de diyar kir, dixwaze hilberîna pîşesaziyê bihêztir bike û di vê mijarê de hêza jinan jî dixwaze zêde bike.
Trump destnîşan kir, divê welatên endamên NATOyê ji aliyê madî ve hinekî din jî beşdar bin û herwiha ev mijar bi Merkel re axiviye.
Donald Trump cardin biryardariya xwe ya têkoşîna li dijî terorîzmê anî ziman.
Herwiha Trump aşkere kir, ew dê bi Merkel re mijarên bazirganiyê jî biaxivin û got, ew dikarin siberojeke ku hemû welatî bi ewlehî bijîn, bi hev re ava bikin.
