22:37:08
Rojava News: Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo piştî tura hevdîtinên Cenewê yên 23ê Adarê Rûsya û Fransayê li hev kirin.
Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got: "Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault ji bo encamên hevdîtinên tura sêyemîn ên aştiya Sûriyeyê ku li paytextê Kazakistanê li Astanayê pêk hatibû bi rêya telefonê axaftinek pêk anîn."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku Lavrov ji hemkarê xwe yê fransî re got: "Em ji pêşveçûnên aştî yên li Astanayê kêfxweş in, hinek welat weke berê nahêlin hêzên çekdar ên muxalif tevlî hevdîtinan bibin û çareseriyê asteng dikin.
Herdu wezîran ji bo amadehî û organîzeya hevdîtinên aştî yên piştî tura sêyemîn a 23ê Adarê li ser hevkariyê li hev kirin.
Li gorî daxuyaniyê daxwaza hewldana hevkariyê ji Fransayê hatiye.
