Kanada 28 milyon dolar ji bo penaberê Iraq û Sûriyê yê terxan dike!

Kanada 28 milyon dolar ji bo penaberê Iraq û Sûriyê yê terxan dike!

17:53:22

 

Rojava News: Wezareta Derve ya Kanadayê Kirstîna Firland ragehand ku, welatê 28 milyon dolar weke bûdce ji wan penaberên Iraq û Sûriyê yên ku, dixwazin welatê xwe piştî rizgarkirina navçeyên wan ji DAIŞê destnîşandike.

Derbarê vê yekê Wezareta Derve ya Kanadayê Kirstîna Firland di kongiryeke rojnamevanî de ragehand ku, welatê wê dê li ser şerê dijî DAIŞê, herwiha alîkariya wan kesên zirar li navçeyê xwe li ser destê DAIŞê dîtin berdewam be, tekez kir ku, ewê alîkariya welatiyên sivîl yên ku, dixwazin vegerin wan navçeyên xwe yên ku, ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin bike.

Wezîra Derve ya Kandayê da zanîn ku, Hikumeta welatê wê dê li ser piştgiriya gelê Rojhelata Navîn berdewam be, herwiha ewên ligeê şirîkên xwe di Hevpeymaniya Navnetewî de rêxistina DAIŞê jinavbibin, aşkere kir ku, welatê wê dê beşdariyê di civîna Wezîrên Derve yên Hevpeymaniya Navnetewî li dijî DAIŞê li Washngtonê bike.

Kandada her sal pêwaziya penaberên Sûriyê, Iraqê û yên Kurdên Êzdî dike û yek ji welatên Hevpeymaniya Navnetewî ye.