18:04:52
Rojava News: Cîgirên Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn Mîxaîl Bogdanov ji RTyê ragihand ku wan ji Îsraîlê xwetiye ku daxuyaniyekê bide li ser bûyera derbasbûna balafirên wan nav sînorên ezmanî yên Sûriyeyê.
Bogdanov teqez kir ku rêkeftinek di navbera wan û Îsraîlê de heye ji bo ku giringiyê bidin çûnûhatinên operasyonên hewayî li ser Sûriyeyê.
Herwiha rayedarê rûs destnîşan kir ku divê nirxandina Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji bo vê bûyerê re bê zanîn.
Ji aliyê din ve, Serekaniyê Sûriyeyê jî ragihandibû ku di 17ê vê mehê de 4 balafirên şerî yê Îsraîlê şevê din saet 02:40ê ji herêma Birêcê ketiye nav sînorê Sûriyeyê û hêzên parastinê yê Artêşa Sûriyeyê bersiv daye ku di encamê de yek ji balafirên Îsraîlê xistiye.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê jî ji Reutersê re ragihandibû, "ti carî ewlekariya sivîlên îsraîlê yan jî balafirên hêzên hewayî yên Îsraîlê nketine xeterê."
