16:41:55
Rojava News: Alîkarê Wezîrê Rojava News: Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ragihand ku nûnerên hikûmeta Sûriyeyê dê beşdarî civînên Cenevê yên tên plankirin di 23ê Adarê de bên lidarxistin bibin.
Bogdanov got, "Şamê piştrast kir ku heyeta hikûmeta Sûriyeyê ya bi serokatiya Beşar El Caferî(Nûnerê Daimî yê Sûriyeyê li NYyê) dê biçin civînên avaker ên Cenevê."
Herwiha rayedarê rûs diyar kir ku hêvî dike, dijberên çekdar jî beşdarî civînan bibin û ragihand ku ihtimal heye, Nûnerê NYyê yê taybet Staffan De Mistura berî civînan serdana Moskowê bike.
Piştî di 3ê Adarê de civînên Cenevê bi dawî bûn, De Mistura hewl dide ku aliyan dîsa di 2ê Adarê de bicivîne.
