Li ber parlamentoya Brîtanyayê êrîş 4 kuştî, 20 birîndar!

Li ber parlamentoya Brîtanyayê êrîş 4 kuştî, 20 birîndar!

02:07:08

 

Rojava News: Êrîşkarekî bi otomobîlekê li ser pira Westminsterê ya nêzîkî parlamentoya Îngilistanê da ser xelkên ku di rê de dimeşiyan û gelek kes birîndar kirin.

Êrîşkar heta ber parlamenta Brîtantayê çû û li wir ji aliyê polîsan ve hat bêbandorkirin.

Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

Peyamnêrê Reutersê tîne ziman ku li ser pira Westminsterê ya nêzîkî parlamentoyê gelek birîndar hene.

Hat gotin ku li ser pira Westminsterê wesayitekê di ser 5 kesan re derbas bû û ew kes binpêkirin. Şahidên bûyerê derbirîn ku ew wesayita li mirovan qelibî û heta avahiya parlamentoyê hat û gotin wan paşê dengê çekan bihîstine.

Parlamenterekî ku di dema bûyerê de li parlamentoyê bû, diyar kir ku kesekî bi kêrê êrîş bir ser polîsa, hat lêdan.

Hemû deriyên parlamentoyê hatin girtin û hemû xebat hatin rawestandin. Polîsên Îngilîz bûyerê wekî êrîşeke terorê dinirxînin û ofîsa Serokwezîriyê dest nîşan kir ku Serokwezîra Îngilistanê Theresa May di ewlehiyê de ye.

Bûyer di salvegera yekemîn a êrîşa bajarê Brukselê yê Belçîkayê de pêk hat.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyand ku bi awayekî eşkere tê dîtin ku bûyera li Londonê ji berê de hatiye plankirin. Wezaretê anî ziman ku li Balyozxaneya Rûsya ya li Londonê xeta qeyranê hatiye vekirin û hişyarî da welatiyên li Londonê, da ku baldar bin.

Balyozxaneya Rûsya ya li Londonê hişyarî da ku ew ji bo tespît bikin ku di bûyerê de welatiyên Rûsî jî birîndar bûne an na,bi saziyên Îngilîz re di têkiliyê de ne.

Berdveka Wezareta Karên Derve eya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku ji bo hûrgiliyên bûyera li Londonê werin fêmkirin ew bi saziyên Îngilîz re di nava têkiliyê de ne.

Polîsên Îngilistanê diyar kir ku wesayiyeteke bi guman heye û da zanîn ku herêm hatiye valakirin.

Parlamentoya Skoçyayê ji ber bûyerên qewimîn, danişîna xwe ya bi mijara referanduma serxwebûnê da rawestandin.