02:12:19
Rojava News: Welatê Australia xwe jib o pêşwaziya 12 hezar penaber ji şerê Iraq û Sûriyê reviyane amade dike.
Derbarê vê yekê Wezîrê Koç û parastna Sînor yê Australia Piter Dotin di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, biryar hatiye standin û hemû amadekariyên pêşwazîkirina 12e hezar penaber ku, ji şerê Iraq û sûriyê reviyane hatine kirin.
Wezîrê Australiayê da zanîn ku, berî niha jî welatê wî 13e hezar û 750 penaber din jî di sala borî de pêşwaziya wan kiribûn.
Ji ber şerê navxweyî li Sûriyê û dagîrkirina hejmar bajar û navçeyên Îraqê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve bi hezran kes ji Iraq û Sûriyê penaberbûn.
