02:25:14
Rojava News: Konfransa Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê li Washington a paytexta Amerîkayê dest pê kir.
Di konfransa îro ya li Washingtonê de, wezîrên derve, wezîrên berevanî û berpirs û nûnerên 68 welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de amade bûne.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Dr Fuad Hisên weke nûnerê Herêma Kurdistanê û nûnerê taybetê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfransa îro ya li Washingtonê de beşdar e.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ku bi serdanekê li Amerîkayê ye, di konfransê de amade bûye.
Biryar e di konfransa îro de, aliyên beşdar bi taybetî derbarê çawaniya bileztirkirina proseya têkbirin û jinavbirina rêxistina DAIŞê li Iraqê û Sûriyê de gotûbêj bikin.
Konfransa Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê ya li Washingtonê dê bo heyama 2 rojan berdewam be.
Di destpêka konfransê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson gotarekê pêşkêş kir.
Rex Tillerson lidarxistina civîna îro ya Hevpeymaniya Navdewletî bi giring da zanîn û ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê di şerê terorê û şerê li dijî rêxistina DAIŞê de serkevtinên mezin bi dest xistiye.
Rex Tillerson herwiha diyar kir, ku rûbirûbûn û têkoşîna li dijî terorê berpirsyariya hemû aliyan e.
Tillerson tekezî li ser berdewambûna şerê li dijî DAIŞê kir û destnîşan kir, ku divê ew zêdetir hevkariya hêzên xwecihî yên li Iraqê û Sûriyê bikin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi rola Tirkiyê di şerê li dijî DAIŞê de kir û da xuyakirin, ku Tirkiyê bi tundkirina ewlehiya sînorên xwe roleke mezin di şerê li dijî terorê de lîstiye.
