Li Amerîkayê êriş: 4 kuştî

Li Amerîkayê êriş: 4 kuştî

12:30:38

 

Rojava news: Li eyaleta Wîsconsînê li 3 herêmên cuda şer derket. Di bûyeran de yek polis bi tevahî 4 kes mirin.

Li bajarê Wausauyê di banqeyekê de di navbera hin kesan de nîqaş derket. Pişt re kesên nîqaş kirin li biroya parêzeriyê û sîteya avahiyê bi çekan şer kirin. Di bûyeran da yek ji wan polis bi tevahî 4 kes mirin.

Rêveberê Ewlehiya Metroya Everest Wally Sparks di daxuyaniya çapemeniyê de got ku bûyer li banqeyekê ji ber lihevnekirinê derketî û êrîşkar hatiye girtin.

Ji bo ewlehiyê demekê ketin û derketina nexweşxane û dibistanan hatin qedexekirin. Wezareta Dadî der barê bûyêrê da lêpirsîn da destpêkirin.

Hat ragihandin ku ji sedî zêdetir wezîfedarên ewlehiyê li 3 cihên bûyêrê lêkolîn kirin.