Hevdîtinên tura 5emîn ên Cinêv 5ê hatin paşxistin

Hevdîtinên tura 5emîn ên Cinêv 5ê hatin paşxistin

12:32:47

 

Rojava News: Neteweyên Yekgirtî xula pêncem ji danûstandinên Cinêvê ji bo roja înê, ango 24ê Adarê, paş xist.

Hevdîtinên tura 5emîn ên ji bo aştiya Sûriyeyê li Cinevê biryar bû îro birêve biçe.

Cîgirê Berdevkê Fermî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heqragihand ku dê xula pêncem ji danûstandinên Cinêvê roja înê dest pê bike.

Derbarê sedemên paşxistinê de, Ferhan Heq diyar kir ku şandeyên danûstandinê dê îro roja Pêncşemê 23.03.2017ê bigihin Cinêvê û şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura dê di heman rojê de li Enqerê be, ji bo vê jîdanûstandin dê roja Înê 24ê03.2017ê dest pê bikin.

Biryar bû xula pêncem ji danûstandinên Cinêvê îro dest pê bike, lê gera şanderê navdewletî Staffan De Mistura ku serpereştiya danûstandinan dike, li ser çend welatên pêwendîdarê kirîza Sûriyê, danûstandin ji bo roja Înê paşxist.