02:01:48
Rojava News: Polîsê Brîtanya nasnameya êrîşkarê Londonê aşkera kir û hurgiliyên jiyana wî jî aşkera kirin.
Polîsê Brîtanya ragehand ku êrîşkarê bajarê Londonê navê wî Xalid Mesûd e û temenê wî 52 salî bûye, herwaha êrîşkar mislimane û rûniştvanê Brîtanyayê bûye.
Herwaha polîsê Brîtanya derbarê êrîşkar Xalid Mesûd de ragehand, ew li bajarê Kent li dayîkbûye û li Bermingenê jiyan kiriye.
Berî naha jî serokwezîrê Brîtanya ragehandibû êrîşkar kesek mislimanê yê dayîkbûyê Brîtanya ye û demekî zêde di bin çavdêriyê de bûye.
