12:51:36
Rojava News: Artêşa Amerîkayê piştrast kir ku di êrişa li Mûsilê di 23ê Adarê de herî kêm 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Amerîka eşkere kir ku wî cihê li ser daxwaza artêşa Iraqê bombebaran kirine û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn dane destpêkirin.
Amerîka kuştina sivîlan a bi şaşî di gelek operasyonan de di çerçoveya koalîsyona têkoşîna li dijî DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê de heta niha veneşart. Amerîka dîsa heman tiştî kir.
Fermandariya Hêzên Navenda Amerîkayê di encama bombardûma balafirên şer ên Amerîkayê ku di 23ê Adarê de derket holê de 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn ku ji aliyê hêzên Iraqê û Meclisa Tirkmenan a Iraqê piştrast kiribû, piştrast kir:
Li gorî lêkolînên ewil ya bombardûma di 16-23ê Adarê de dide nişandan ku Koalîsyon, li ser daxwaza Hêzên Iraqê li rojavayê Mûsilê bombebaran kirin."
Amerîka ragihand ku ji bo rastiya bombardûmanê û mirina sivîlan derxin holê lêkolîn dane destpêkirin.
