13:48:51
Rojava News: Li gorî daxuyaniya berpirsên amerîkî, Koreya Bakur di çarçoveya pêşxistina moşeka balîstîk a navparzemîn de ceribandina motora moşekê kiriye.
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku dispêre berpirsekî amerîkî, Koreya Bakur roja îna borî ceribandina motora moşekê kiriye. Berpirsan di şîroveya xwe ya ceribandina motora moşekê de ragihandin ku dibe ev di çarçoveya pêşxistina moşekên balîstîk a navparzemîn de pêk hatibe.
Herwiha Koreya Bakur serê mehê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku wan ji îstasyona moşek pekandinê ya Tongchang-riyê motora moşekan ku ji bo di moşekên balîstîk de were bikaranîn bi serkeftî ceribandine.
Ji aliyê din ve Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un jî di axaftina xwe de gotibû ‘ev ceribandin ji bo bernameya feza ya Koreya Bakur weke şoreşekê ye û em hêdî hêdî digihîjin hedefa xwe.'
